Komelgerî û şairtî?
Komela ku 2004ê hate damezrandin, ji ber serok û endamên
rêveberiyê ên ku nekarîn peyvira xwe werînin cih, û wekî din
ne di asta temsîliyet û temsîlkirinê de bûn (ev baweriya min e),
her ku çû wisa bû ku navê komelê û pê re jî asta nivîskariyê
di çavên civatê de sernişûv bibe, were xwarê.
Baweriya
min ew e , ku pênaseya nivîskariyê hew û bi tenê ne nivîsandin
e.
Ev pênase, li gel afirandina wejeyî xweafirandin e, li
hemberî rûdanên derûdorê helwestwergirtin e û bi destxistina
şiyana xwe-wegotinê re, xwe-kemilandin û xwe-ragihandinê ye jî…
Mirovekî ku li pêşberî girseyê û di qada nîvîskariya
derveyî û navxweyî de; û herweha di pêwendiyên duqolî ên bi
kesayetên wêjeyî û saziyên têkildarî wêjeyê nikaribe rûyê
wêjeyê û yê nivîskariya kurdî spî bike; wekî serok, wekî
endamê desteyê bijartina wî/wê; raste rest çêrkirina li wêjeya
kurdî û li nivîskarên kurd e!
Lê wekî ku ji we ve jî
eyan e; gelek diyarde, têgeh, nasname û pênase serobino bûne; di
nava civata jêrdest de wekî rewşenbîriyê, nivîskarî jî hêj
li dû serencama bidestvêanîna ‘nivîskariyê’ ye.
Bi
gotineke din; piştî helbestkariya Ehmedê Xanî û nivîskariya
Erebê Şemo; yê ku quncikeke wî heye û dinivîse jî ‘nivîskar’
e, yê ku çîrokên gelerî berhevdike û çap dike jî nîvîskar
e, yê ku li ser rêziman kitêbek çap kiribe jî nivîskar e.
Baş
e; ku ev tev nivîskar bin, na xwe nivîskar kî ye?
Û jixwe
yek kêm yek zêde 132 alîcenab wekî ‘nivîskar’ endamên
komelê ne.
Ji van 132 alîcenaban di 6 salan de ne 6 caran; yê
ku carekê riya xwe bi komeleyê nexistine ji sedî 70 ne.
Evyek
bi tena serê xwe serekenîşana sarbûna endaman a ji komelê ye.
‘Rêveberi’ya ku îro li ser navê destêya rêveber
sedemên biryarguhertina kongreya ku di heyva Sibatê de dê bihata
lidarxistin; betalkirina kongreyê; li daxwazên pîrozwer pêçaye,
babet û mijar li gorî xwe reqifandiye hev, rêz kiriye û ji
endaman re şandiye.
Wekî endamekî desteyê, ne di nava vê
biryarê de me, û min dengê xwe nedeyê!
Min nedayê; ji ber ku
min rêz li xwe girt, û min xwest ‘desteya rêveber’ rêzê li
birayarên ku daye, û her weha li endaman xwe bigire. Lê na; wekî
di gellek babetên din de, di vê mijarê de jî gotina ‘darê me
kulavê me, rehme li dê û bavê me’ bijartin!
Endamên
rêveberiyê ên ku di her civînê de digotin , ‘ ji ber ku wextê
min nîne ez di rojên bê de naxwazim di rêveberiyê de cih
bigirim, niha li ser navê ‘nûvandin’, ‘jinûveavakarin’,
‘xemilandin’ û ‘bihêzkirina’ komelê biryara kongreya ku
26ê Sibatê dê bihata lidarxistin; kirin/dikin leyistika ‘ na na
nebû, ji nû ve’ û bi biryareke nû kongre taloqî havînî
kirin.
Herhal; ji ber salona ku li Navenda Cegerxwîn bo kongreyê
hatibû veqetandin, sar bû(?) ji lew kongre betal kirin?
Di nava
civata kurdan de, hewldanên wisakî ‘min kir min nekir’; dawiya
dawî her veguheriye vê gotinê: ‘min kir min çê û xweş kir’!
Bikin heyran bikin, lê bizanibin ku pêşiyan gotine ger hûnê
tiştekî bikin li gorî vê rêgezê bikin: Ramana çak, gotina çak,
kirina çak’!
Herdu biryarên ‘çak’ jî bi erêkirina
rêveberiyê –dengek kêm yek zêde- hatibûn wergirtin û a vê
dawiyê jî ne ji bo ku awerta an ne awerte; bo ku komel rêveberiyeke
nû hilbijêre hatibû wergirtin.
Û ji xwe ‘desteya
rêveber’ a ku niha li ser kar dixuye, ji bo demeke kurt, heta
kongreyê wekî serok camêrê ku niha serok e, hilbijartibû.
Min
di nameya ku ji ‘desteyê’ re hinart de, wisa got: ‘Wekî ku we
jî aniye zimên û lêvandiye; cara duyemîn e ku ji ber sedemên
hîç û pûç hûn biryara kongereyê bişûn ve vedikişînin. Ev
bêhadarî û bêistikrariya we ya di derbarê venûvandina komeleyê
de, - ku di her civîne dê hûn dibêjin em di rêveberiya nû de
nînin, nabin endam; lê dîsa jî destê we ne ji mizgeftê dibe ne
jî dêrê- dibe sedemê silbûn û tengijina endaman a ji komelê,
komelgeriyê…û herweha ji rêveberiyê’.(ku ew jî hebe)
Û...
Û jixwe; di civîna dawî de piştî ku min ji Komisyonê re
diyar kir û got, ‘ez heme’; bawer dikim hinek hilçeniyan,
veciniqîn.
Veneciniqin heyran! Ez nabim serok:
Şa'irtiya
min têrî min jî dike, têrî we jî dike!
05.02.2011 Arjen Arî